Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn armanca dorpêça li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê koçberkirina xelkê ye. Li ser hevdîtinên di navber MÎT’a Tirk û îstîxbarata rêjimê jî Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ev yek ne nûye û ew li ser têkbirina destketiyên gelên bakurê û rojhilatê Sûriyê tên cem hev.
Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd derbarê mijarên di rojevê de ji ANF’ê re axivî.
Çiya Kurd diyar kir ku ambargoya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê wekî kirîzekê ye û got: “Li Qamişlo û Hesekê jî bandora vê krîzê tê dîtin û em wek Rêveberiya Xweser naxwazin alozî zêdetir bibe.
Lê rejîm bi vê siyaseta xwe krîzê kûrtir dike. ”
Çiya Kurd anî ziman ku Rûsya xwestiye navbênkariyê bike û wiha got: “Heke rejîm bibêje ‘Divê hûn bi gotina min bikin, ev xwexapandin e’ Ev tişt wê bibe sedem ku em hin gavan biavêjin.
Rejîm berpirsê vê rewşê û rewşên ku pêk werin e.
Dixwazin siyaseta li Xûta û Hûmûsê, li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Şehbayê jî bimeşînin..”
Çiya Kurd: Rewşa Sûriyê weke berê venagere
Çiya Kurd eşkere kir ku di demên dawîn de rejîmê bi hin welatên Ereban re hin têkilî danîne û ji wê be ku wê rewş wekî berê vegere û wiha dewam kir: “Ne mumkun e rejîm vegere rewşa xwe ya berê û her derê têxe bin destê xwe.”
Çiya Kurd: Ew li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên cem hev
Li ser agahiyên ku di navbera îstîxbarata Tirk û rejîmê de gelek hevdîtin hatine kirin jî Bedran Çiya Kurd got:
“Bi qasî ku tê zanîn Rûsya qasidiya vî tiştî dike.
Ji bo rejîm ji dorpêçkirina siyasî û dîplomatîk derxînin vê dike.
Rejîmên Şam û Enqereyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê tên cem hev..
Heke rejîma Şamê bi dewleta Tirk re tifaqê bike, ev tê wateya nedîtina sucên dewleta Tirk li Sûriyê.”
Çiya Kurd: Rejîm ji diyalogê re ne amade ye
Bedran Çiya Kurd derbarê hevdîtinên di navbera Rojava û Şamê de jî diyar kir ku tu hevdîtin pêk nehatine û Rêjîm ji bo çareseriyê ne amadeye..
Çiya Kurd diyar kir ku ji bo aloziya heyî jî mezin nebe, divê Rûsya di vî warî de misyon û rola xwe bi awayekî cîddî pêk bîne.
Bedran Çiya Kurd: Rûsya pêşî li vekirina derî girt û dya gav navêtin
Her wiha Bedran Çiya Kurd mijara dorpêça li ser herêmê û girtiya deriyan jî nirxand û got:
“Rûsyayê nexwest deriyê Til Koçer were vekirin. Koalîsyona navneteweyî û Emerîka jî li hemberî dorpêçkirinê tu hewldaneke pratîk nîşan nadin.”