Dewleta dagirker avahiya Asayîşê ya li Zirganê bombebaran kir

Hemwextî êrişên dagirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrişên xwe zêde kirin. Dewleta Tirk bi balafirekê dron avahiya Asayîşê ya li Zirganê bombebaran kirin..

Balafireke dron a dewleta Tirk a dagirker avahiya Asayîşê ya li navçeya Zirganê bombebaran kir..

Di encama bombebaranê de 3 kes birîndar bûn..

Her wiha vê sibehê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên navçeya Til Temirê bi taybet gundê Til Şinan ê Asûriyan, Dirdara û Um El-Kêf topbaran kirin.

Ji bilî van gundan gundên Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbêt Şiît hatin topbarankirin.

Back to top button