Artêşa Iraqê êrîşê Asayîşa Êzîdxanê kir

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li Heremên Parastina Medyayê bi hevkariya PDK’ê, artêşa Iraqê jî êrişî navenda Asayîşa Êzîdxanê ya li Şengalê kir.

Artêşa Iraqê doh piştî nîvro li komelgeha Dîgurê ya bi ser navçeya Sinûnê, dora seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya di ketina Dîgurê de girt.

Artêşa Iraqê ji Asayîşa Êzîdxanê xwest ku seytereyê teslîmî artêşê bikin.

Asayîşê ev qebûl nekir û alozî derket û bi çekan êrişî noqteya Asayîşê kirin.

Di encama êrîşê de şer derket û 2 sivîl birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Sinûnê.

Hat diyar kirin ji artêşa Iraqê û Asayîşa Êzidxanê jî birîndar hene.

Artêşa Iraqê rêyên sereke girtin û nehiştin gel, ambulans û tîmên tendirustiyê herin cihê bûyerê.

Gelê Şengalê: Emê tevî asayîşê li ber xwe bidin

Piştî êrişa artêşa Iraqê di serî de dayik û ciwan gelê Şengalê ji bo piştgiriyê berê xwe dan Dîgurê.

Dayik û ciwanan diyar kirin ku ewê li hemberî êrişan paş ve gav neavêjin û ewê tevî asayîşê li ber xwe bidin.

Artêşa Iraqê piştî digurê navenda asayîşa Sinûnê û Xanesorê jî dorpêç kiriye

Her wiha piştî komelgeha Dîgurê artêşa Iraqê navenda Asayîşa Sinûnê û ya Xanesorê jî dorpêç kir û daxwaz dike ku Asayîşa Êzîdxanê dest ji van noqteyan berde.

Li navenda Şengalê jî rêyên sereke ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.

Alozî li herêmê didome.

 

Back to top button