QSD: Hêzên me li Cerablusê ti êriş pêk neanîne

Dewleta Tirk a dagirker idîa kiribû ku Hêzên QSD’ê li Cerablûsê êriş pêk anîne.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ev idîa derewandin û ragihand dewleta Tirk ev êriş spartiye hêzên QSD’ê da ku li ser êrişkarên rasteqîn binuximîne.”

Navenda Ragihandinê ya QSD têkildarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku idîa kiribû hêzên QSD’ê li Cerablusê êriş pêk anîne, bersiv da.

QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got,

“Malperên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav kirine.

Tê de idîa dikin hêzên me li bajarê Cerablusê erebeyek û gelek kes kirine armanc.

Em teqez dikin ku hêzên me dema dawî li herêmên dagirkirî tu êriş pêk neanîne. ”

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk û aliyên pê ve girêdayî, van kirinan dispêrin hêzên QSD’ê da êrişkarên rasteqîn veşêrin.

Back to top button