Di heman dema êrişên Tirkiyeya dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê de, artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir.
Duh li ser Asayîşa Dugir; Sinûn û Xanesorê êriş pêk hatin.
Se’etên şevê jî li dijî hêzên YBŞ û YJŞ li Geliyê Şîlo û Sikêniyê êriş hat kirin.
Di van êrişan de 2 sivîl birîndar bûn.
Hemwextî êrişên Tirkiyeya dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir.
Duh piştî nîvro Artêşa Iraqê li dijî asayîşa Şengalê ya Dugir; Sinûn û Xanesorê êriş dan destpêkirin.
Se’etên şevê jî ev êriş dewam kirin.
Artêşa Iraqê se’et 02:00’ê şevê êrişî nuqteya Cidalê ya Asayîşa Êzidxanê ya li Tilizêr kir.
Li wir hewl da hemû Asayîşên Êzdîxanê desteser bike.
Lê asayîşa Êzdîxanê rê neda vê yekê û di encama de di navbera aliyan de şer qewimî.
Piştî vî şerî artêşa Iraqê berê xwe da Geliyê Şîlo û Sikêniyê ku di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de ne.
Li vir jî heta danê sibê di navbera artêşa Iraq û YBŞ û YJŞ’ê de şer dewam kir.
Di encama van êrişan de, 2 sivîl birîndar bûne û ew rakirin Nexweşxaneya Sinûnê.
Her wiha ji artêşa Iraqê û Asayîşa Êzidxanê jî birîndar çêbûn.
Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê hêzên leşkerî dişîne hemû qadên di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de.
Ev jî nîşan dide ku amadekariya êrişeke berfireh tê kirin.
MXDŞ: Em ê li hemberî êrişê heta dawî li ber xwe bidin
Li dijî van êrişan, Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê daxuyaniyek da .
“Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman “Ev êriş planên dewleta Tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê me bişkênin.”
Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê ji raya giştî re ragihand çawa civaka Êzidî li hemberî êrişên DAÎŞ’ê li berxwe da niha jî li dijî vê êrîşê heya dawî ew ê li ber xwe bidin.
Dawiyê Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê bang li her kesî kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.