BOMBEYEK BI ARTÊŞA PAKISTANÊ DE TEQIYA, 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li Bakur- Rojavayî Pakistanê bombeyeke çandî bi leşkerên Pakistanî de teqiya.

Di encam de 3 serbaz û leşkerekî Pakistanî hatin kuştin.

Li bajarokê Xar Kamar li navçeya Wezîristana Bakurî, bombeyeke çandî bi erebeyeke leşkerên Pakistanê de teqiya.

Artêşa Pakistanê der barê teqînê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku di encamê teqînê de 4 leşkerên Pakistanî , 3 ji wan serbaz in, hatin kuştin.

Her wiha 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di meha borî de jî li heman navçeyê êrîşek li dijî hêzên Ewlekariyê yên Pakistanê pêk hatibû.

Di encam de 10 endamên ewlekariyê hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button