Hêzên Taybet yên Asayîşê li gundê El-Nefayêl yê Holê serçeteyekî DAIŞ’ê girtin.
Belge, alavên teknîkî û çekên li ser çete jî hatin desteser kirin.
Duh li gundê El-Nefayêlê yê navçeya Holê Hêzên Dij Terorê- HAT’ê yên Asayîşê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi ser cihê seçeteyekî DAIŞ’ê de girt.
Îro bi daxuyaniyekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan bi rêya şopandina şaneyên rêxistinên terorîst û tevgerên wan, serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku serçeteyê DAIŞ’ê bûyerên revandinê, planên êrişan û bûyerên kuştinê li herêma Holê pêk danî.
Her wiha belge, alavên teknîkî, telefon û çekên li ser çete jî hatin desteserkirin.
Hêzên Asayîşê di dawiyê de diyar dê têkoşîna xwe ya li hember her cure rêxistinên terorîst, tunekirina wan dewam bike.