Sibê Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor ya Civaka Êzidî ye.
Bi boneya Çarşema Sor, PYD’ê TEV-DEM’ê û KNK peyam dan…
Di peyaman de cejna civaka Êzidî hat pîrozkirin û banga parastina Şengalê hat kirin..
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir..
PYD’ê diyar kir ku Cejna Çarşema Sor xwedî wateyên biratî û aştiyê ye û got:
“Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe destpêka bidawîbûna terorê û fermanan.”
TEV-DEM: Divê xwedî li destketiyên Şengalê bê derketin
Bi boneya cejna Çarşema Sor, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî daxuyanî da..
TEV-DEM`ê Çarşema Sor li êzidiyan, rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê û şervanên azadiyê pîroz kir…
TEV-DEM`ê diyar kir ku di pîrozkirina cejnê de jî civaka êzidî bi komployan re rû bi rû ye û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK û hikumeta Iraqê bê navber li dijî civaka êzidî li hev dikin.
Bi avakirina dîwar dixwazin êzidiyan dorpêç bikin, wan tune bikin û destkeftiyên wan têk bibin..”
TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe bang li hêzên siyasî yên kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û sivîl kir ku destkeftiyan êzidiyan ên li Şengalê biparêzin..
KNK: Divê xwedî li Şengalê bê derketin
Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi vê boneyê peyamek weşand..
KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir û got:
“Hêviya me ew e ku cejin, bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan.
Li Şingal, li Efrîn û li Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî dewam dikin.
Du roj in ku artêşa Iraqê li Şingalê ketiye nava liv û tevgerê û êrîşî hêzên parastina Êzîdxanê dike.
Dema gelê me amadekariyên pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor dikirin, ewan êrîş dane destpêkirin.
Di dema artêşa Tirk êrîşî başûrê Kurdistanê kir ev êriş çêbû û ev jî ne tesadife”
KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de êrişa artêşa Îraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û wiha got:
“Em ê bi her awayî destekê bidin hêzên parastina Êzidîxanê.
Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me bi erka xwe rabin.”