LI HESEKÊ MOTOREK TEQIYA 2 KES BIRÎNDAR BÛN Û EW RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Li nêzî çerxerêya Basil a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, motorek teqiya. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên leşkerî derbarê teqînê de ev agahî dan ajansa Hawarê:

2 kesên ku rûyê xwe girtibûn motorek li çerxerêyê sekinandin û winda bûn.

Paşê teqîn di saet 14:20`an de pêk hat.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.

Her weha zirarên madî jî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn cihê bûyerê dorpêç kirin û dest bi lêkolînê kirin.

Leave a Reply

Back to top button