Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin

Li Tirbespiyê cenezeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Ehmed Elyan Uwêd li goristana Şehîd Dilşêr ya gundê Dugirê a navçeyê bi merasîmekê hat oxir kirin.

Bi dehan ji welatî, endamên sazî û meclisên navçeyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hac Ebdî Xelef û yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwest û soza berdewamiya riya şehîdan heta pêkanna armancên wan hat dayîn.

Piştre wesîqeta şehadetê hate xwendin û diyarî malbatê hate kirin.

Li vir bi navê malbata şehîd pismamê şehîd Majid El-Cerbû’i axivî û da zanîn ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in ji ber ku xwe fedayî vê xakê kir.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dişûme û tilîliyan hat oxir kirin.

Endamê Erka Xweparastinê Ehmed Elyan Uwêd 16’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Back to top button