Arêtşa Tirk a dagirker îro dîsa êrişî gundên Şehbayê kirin. Li aliyek din li navenda Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê jî bombeyek ku hatibû bi cih kirin, hate dîtin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro ber bi êvarê gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kirin..
Hat ragihandin nêzî 40 guleyên obîsan li gundên navborî ketine.
Li navenda Kongra Star a Dirbêsiyê bombeyek hat dîtin
Li navenda Kongra Star a Dirbêsiyê jî bombeyek li hewşa navendê hate dît.
Yekser agahî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hat dayîn.
Hêzên Ewlekariyê bêyî ku zirarek çêbe, bombe bê bandor kir û dest bi lêkolînê kirine.