PÊŞNEYARA DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DERVEYÎ XAKA SÛRIYÊ JI ALIYÊ PARTIYÊN KURDÎ VE HATE REDKIRIN

Partiyên siyasî yên Kurd bi daxuyaniyekê pêşniyara darizandina çeteyên DAIŞ`ê derveyî sînorên Sûriyê redkirin.

Partiyên siyasî xwestin ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku sûc lê kirine werin darizandin.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet roja pêncşemê diyar kiribû ku wan bi dewletên Ewropayê re mijara avakirina dadgeheke navdewletî ya darizandina çeteyên DAIŞ`ê, li Iraqê, gotûbêj kirine.

Partiyên siyasî yên li bakur û Rojhilatê Sûrî jî têkildarî vê yek daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Partiyan xwestin çeteyên DAIŞ’ê yên ku li herêmê kirinên hovane kirine û ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine girtin li herêmê werin darizandin.

Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix têkildarî mijarê axivî û got:

Em ti Şêweyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, derveyî xaka Sûriyê napejirînin.

Em dixwazin dadgeh di bin çavdêriya navdewletî de û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bête damezrandin, ji ber wan çeteyan kiryar û tewan li van deveran kirine.

Partiyan sozdan ku ew ê vê mijarê di anva xwe de binirxînin da ku bighêjin hewlwsteke diyar.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku QSD`ê 23`ê Adara 2019’an ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di aliyê çekdarî de hatine bi dawîkirin.

Û ji niha û pêde ewê li dijî şaneyên Razayî yên DAIŞ’ê dest bi qonaxeke nû bikin.

Leave a Reply

Back to top button