HPG: Di 24 saetên dawî de 41 dagirker hatin cezakirin 2 dron hatin xistin

HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên bi piştgiriya PDK’ê û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek. HPG’ê ragihand hêzên dagirker li dijî berxwedana gerîla ya ku ne li bendê bûn şok bûne û got, “di 24 saetên dawîyê de 41 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin û 2 dron jî hatin xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê û berxwedana gerîlayên azadiyê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî êrişên dagirkeriyê ên ku li dijî qadên Zap û Avaşînê hatine destpêkirin, berxwedana gerîla bi çalakiyên xurt berdewam dike.

HPG’ê ragihand hêzên dagirker li dijî berxwedana gerîla ya ku ne li bendê bûn şok bûne û wiha hat gotin,

“Şerê di navbera hêzên dagirker û hêzên gerîla de dewam dike û dagirker windahiyên mezin didin. Di heman demê de êrişên hewayî û tevgera balafirên şer jî bê navber didome.

Dewleta Tirk a dagirker bi derewan windahiyên me zêde nîşan dide û hewl dide windahiyên xwe veşêre. Tiştên ku medya şerê taybet derbarê hêzên me de dibêje derewin û dûrî rastiyê ne.

Heta niha di şer de 5 hevrêyên me şehîd bûne. Dema agahî zelal bûn wê nasnameyên hevrêyên me ji gelê me re bên parvekirin.

Tenê di nava 24 saetên dawiyê de 41 leşkerên Tirk yên dagirker hatine cezakirin, 5 leşker birîndar bûne û 2 dron jî hatine xistin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla de ev agahî parve kir;

“18’ê Nîsanê li qada Werxelê ya Avaşînê di encama çalakiyên gerîlayan de 15 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin, 2 dron hatin xistin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Heman rojê li Girê Şehîd Ciwan yê herêma Zapê 2 dagirker hatine kuştin.

19’ê Nîsanê li heman girî dagirkerek hate cezakirin.

18’ê Nîsanê li Girê Çiyayê Reş hêzên gerîla bi çekên giran lê dan, 7 dagirker hatin kuştin dagirkerek jî birîndar bû.

Li dagirkerên ku dixwestin biçin Kurêjehro hat xistin û 4 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê Şehîd Harûn 1, li Girê Şehîd Şemdîn 7 û li Girê Şehîd Ciwan 4 dagirker hatin cezakirin.

Di navber Girê Xeregol û Girê Şehîd Delîl de 2 dagirker birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir şerê di navber hêzên gerîla û dagirkeran de dewam dike.

Back to top button