MXDŞ: Ji bilî berxwedanê em ê riyek din ne hilbijêrin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi daxuyaniyan êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ev êrîş, weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka Êzîdî ye û bang li her kesê hat kirin ku dijî êrişa ser Şengalê rabin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, derbarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş pîlanên dewleta Tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê herêmê bişkênin û wiha hat domandin:

“Di vê êrişê de artêşa Iraqê weke ku Artêşa Tirk be tevdigere û xuya dibe ku ev êrîş ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve tê kordînekirin.

Çawa ku civaka êzîdî li hember DAIŞ’ê li ber xwe da û li hember van êrîşan jî wê li ber xwe bide.

Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destkeftiyên vî gelî emê tu rêyekî din hilnebijêrin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li her kesekî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bê deng, nemînin.

TAJÊ: Bila hikûmeta Bexda û PDK nebin destekê vê pilanê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi heman armancê daxuyaniyek da.

TAJÊ êrişa hêzên Iraqê ya li ser Şengalê weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka xwe pênase kir û got:

“Em xaka xwe ji kesî re nahêlin.

Dayikên Êzidxanê wê li pêşiya hewldanên tunekirinê bibin mertal.

Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê pilanê qirêj.

Bila neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker.

Ev êrişa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîvaneke ne exlaqî dibînin.

Em viya weke êrişa li ser baweriya Êzidyatî û hebûna îradeya civaka me dixwînin.”

PYD: Divê hikûmeta Iraqê li şûna êrişî Şengalê bike, rê li dewleta Tirk bigre

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî têkildarî heman êrîşan, daxuyaniyek da û ev bang kir:

“Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku bi gelê me yê Êzîdî yê Şengalê re li hev bike û ji komployên hêzên herêmî yên mîna dewleta Tirk a dagirker dûr keve.

Li şûna ku li dijî civaka êzidî derdikeve, divê hikumeta Iraqê li hember dewleta Tirk biryarên cidî bistîne ku Başûrê Kurdistanê dagir dike û êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne.

https://hawarnews.com/kr/haber/pyd-bang-li-hikumeta-iraq-kir-ku-r-li-dewleta-tirk-bigire-h59590.html

Back to top button