Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sazî, meclisên gel û komînên gundewarê rojava yê Dêrazorê re civiya û li ser peymanê niqaş hat kirin.
Civîn li avahiya meclisê ya li herêma Sebai Kîlo hate lidarxistin.
Şêwirmendê qanûnî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Saîr El-Kirêd reşnivîsa peymana civakî xwend û bendên wê ji beşdaran re şîrove kir.
Beşdaran gelek xalên peymanê nîqaş kirin û nêrînên xwe anîn ziman..
Beşdaran hêvî kirin ku di demeke nêzîk de peymana civakî li herêmê pêk were.