ARTÊŞA TIRK A DAGIKER LI DIRBÊSIYÊ AGIR BI ZEVIYÊN ŞÊNIYAN XIST

Artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê xist. Tevî hemû hewildanên şêniyan yên vemirandina agir jî 130 donim şewitî.

Îro saet di 12:00`an de leşkerên dewleta tirk a daigrker agir bi zeviyên li ser sînorê Tirkiyê yên nêzî depoyên genim ên navçeya Dirbêsiyê xistin.

Şênî û tîmên agirkujiyê berê xwe dan cihê bûyerê da ku agir vemirînin.

Ajansa Hawarê dîmenek ku ji aliyê kamereya çavdêriyê ve hatiye kişand bi dest xist.

Di dîmen de diyar dibe çawa leşkerên Tirk li nêzî dîwarê ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de hatiye lêkirin, agir bê dixin.

Tevî hemû hewildana şêniyan jî 130 donim ji zeviyên genim û ceh ên malbata Muxtar şewitî.

Ji destpêka musim û heta niha ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi hezaran donim ji zeviyên genim û ceh şewitîne.

Leave a Reply

Back to top button