UNICEF: REWŞÊN ZEWICANDINA ZAROKAN GIHAŞTIYE 765 MILYONÎ

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) diyar kir ku li tevahiya cîhanê nêzî 115 milyon keç û xurt hîna di temenekî piçûk de bûn, zewicîne û 23 milyon kes ji wan hîn 15 salî bûn zewicîne.

Li 82 dewletan li ser mijarê lêkolîn hatiye kirin giştî kesên ku di temenê zarokatiyê de zewicîne 765 milyone.

Di lêkolînê de hate diyarkirin ku ev rewş li başûrê çolistana Afrîkayê, Amerîkaya Latîn, herêma Deryaya Karayîbî, başûr û rojhilatê Asyayê û Zeryaya El-Hadî belav bûye.

Li gorî rêxistinê ji sedî 18 xurtên li Komara Afrîkaya Navîn hîn di temenekî piçûk de zewicîne.

Ji ber wê yekê ji di zewaca xurtan ya temenê biçûk de cihê xwe di rêza yekemîn de digre.

Di vê çarçoveyê de rêveberiya UNICEF`ê got:

“Zewicandina di temenê biçûk de, encamên ne ji rêzê bi xwere têne.

Ji ber vê yekê di aliyê debarê de fîşar derdikevin holê û di dawiyê de jî derfetên peydakirina kar kêm dibe.”

Leave a Reply

Back to top button