KCK: AKP YA BI DESTÊ DAIŞ’Ê NEKIRÎ DIXWAZE BI XWE BIKE

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyek da û got:
Divê Kurd û gelên li Kurdistanê hemû zanibin, êrîşên nû yên dagirkeriyê wê bingehê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike.
Ji ber vê yekê em bang dikin ku bi ruhê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, der barê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya komîteyê de wiha hate gotin;

“Artêşa Tirk li dijî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Roja ku li Parlamenta Başûrê Kurdistanê hilbijartina Serokatiyê dihate kirin, her wiha roja ku Serokkomarê Iraqê serdana Tirkiyê kir vê êrîşê dest pê kir. Divê ev rastî were zanîn, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşa dijî PKK û gerîla re êrîşî Kurdistanê dike. Ya ku bi destê DAÎŞ’ê nekarî bike niha bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî dixwaze bi xwe bike.

KCK’ê diyar kir ku şewitandina zeviyên li herêmên nakok yek ji planên dewleta tirke.

“Bombekirina herêma Bradostê bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên Kobra û Atak, her wiha şewitandina bi hezaran donim zeviyên li Mexmûr, Kerkûk û Mûsilê rêbazên cuda yên êrîşa heman siyasetê ne.”

KCK: DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ Û DEMOKRATÎK HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

KCK’ê careke din balkişand li ser helwesta yekîtiya Netewî û wiha domand:

Yekîtiya neteweyî di serdemên zehmet de bi biryarên zehmet derdikeve holê. Yekîtiya neteweyî ya rasteqîn di demên xweşiyê de dernakeve holê. Di demekê de ku êrîşeke nû ya dagirkeriyê li Kurdistanê tê kirin em bang li hêzên Kurdistanî yên hemû parçeyan û hêzên demokratîk dikin ku helwestê nîşan bidin û li dijî dagirkeriyê derkevin. Berpirsyariya her hêzê ye ku bi helwesta neteweyî û yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeriyê derkevin.

KCK: LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BI RUHÊ ŞÊLADIZÊ DIVÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Bêyî cudahiya navbera partiyan divê Kurd hemû û gelên li Kurdistanê, feraseta qirker a faşîzma AKP-MHP’ê bibînin, zanibin ku êrîşa nû ya dagirkeriyê wê zemînê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike. Em bang li wan dikin ku bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.”

Leave a Reply

Back to top button