Droneke dewleta Tirk li başûrê Kobanê wesayîtek bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker îro careke din êrişî gundên Til Temir û Eyn Îsayê kirin. Balafirek bêmirov a dewleta Tirk li Kobanê êrişî wesayîtekê kir Her wiha li Qamişlo di avahiyekê de teqîn pêk hat.

Balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundên Êdiq û Textik ên başûrê Kobanê erebeyek hedef girt.

Derbarê encamên êrişê de agahî nehatin bi dest xistin.

Li avahiyeke li ser riya hizamê teqînek pêk hat

Vê sibê di avahiyek li ser riya Hizamê ya li rojavayê bajarê Qamişlo teqînek pêk hat.

Hate diyarkirin ku ji ber teqînê zirar li derdorê çêbû.

Dagirkeran gundên Eyn Îsa û Til Temirê topbaran kirin

Her wiha îro ber bi êvarê jî dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî gundê Til Tewil yê Til Temirê kirin.

Şevên din jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên xwe bi dijwarî gundên Eyn Îsa topbanran kirin.

Gundên Mişêrfê, Hoşan, Xalidiyê û rêya M4 bûn armanca êrişan.

Back to top button