Gel li dijî êrişan li qadan e

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dewam dikin. Di çalakiyên îro de, êrişên li dijî gerîla hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana gerîla hate kirin.

Dewleta Tirk û hevkarê wê PDKê ji 17’ê nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.

Li dijî van êrişan çalakî li seranserî Bakur û Rojhilaê Sûriyê têne lidarxistin.

Şêniyên Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên dijî êrişên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê yên dijî gerîla meşiyan

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Partiya Yekîtiya dempkratîk PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û bang li gelên Kuristanê hate kirin li dijî planên qirkirinê têkoşîna xwe bilind bikin.

Tevgerên çandê yên herêma Cizîrê êrişên li dijî gerîla şermezar kir

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê, Tevgera Kevana Zêrîn û Desteya Çandê a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke hevbeş li bajarê Qamişlo êrişên li dijî herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Herêmên Parastinê, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin dê bi rêya şerê gel ê şoreşgerî van planên dijî hebûna Kurdan werin têkbirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê konê berxwedanê veda

Li Herêma Firatê jî, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û PDK’ê yên dijî gerîla, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jina Ciwan Konê Berxwedanê li Qada Şehîd Egîd veda.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn.

Çalakiya konvedanê dê 3 rojan dewam bike.

Kongra Star li herêma Firatê banga piştgiriya berxwedana gerîla kir

Koordînasyona Kongra Star li Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da û li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Meclisa Malbatên şehîdan û saziya birîndarên şer ên herêma Firatê û tebqayê êriş şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan û Birîndarên Şer ên Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî gerîla şermezar kir û banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Birîndarên Şer ên Tebqayê jî bi daxuyaniykê êrişên daikeriya Tirk û PDK’ê dijî gerîla şermezar kir.

Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga seferberiyê hat kirin..

Şêniyên Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişan daketin kolanan

Şêniyên Dêra Zorê jî ji bo şermezarkirina êrişan li navçeya Ebû Xeşeb meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Kombûna Jinên Zenûbya û Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûrî daxuyanî hate dayîn û êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Endamên PYD’ê li helebê êrişên li dijî gerîla şermezar kirin

Li Helebê jî, endamên PYD’ê li taxa Efîrefiyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên neteweyî û şoreşger hate kirin ku li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Kongra Star li Şamê banga piştgiriya berxwedana gerîla kir

Li Şamê jî, Kongra Star bi heman armnacê daxuyanî da û banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Back to top button