Gerîla li Girê Rûba yê herêma Zapê li hêzên dagirker xistin, di encama çalakiyê de 13 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de, 20’ê Nîsanê saet 12:20’an de li Girê Rûbar yê bi ser qada Çiyayê Reş ya herêma Zapê hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyeke berfirek pêk anîn.
Hêzên me lê vê derê çûn ser cenazeyên 7 dagirkeran. Di vê çalakiyê de 13 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”
Her wiha HPG’ê ragihand tevgera helîkopterên dewleta Tirk li ser Şêladizê destpêkirine.