DAGIRKERIYA TIRKIYÊ 64 HEZAR MALBATÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ BI CIH DIKE

Dewleta Tirk a dagirker planên guhertina demografiya herêma Efrînê li ber çavên cîhanê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker 60 hezar kesên ji malbatên çeteyên li Idlibê li Efrînê û deverên Şehbayê ku dagir kirine, bi cih kirin.
Bi vê yekê hejmara kesên hatine bicihkirin, gihîştiye 64 hezar kesî.

 

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê piştî ku şêniyên wê yên resen bi darê zorê dan koçkirin polîtîkayên guhertina demografiya herêmê didomîne.

Çeteyên dagirker di vê çarçoveyê de malbatên çeteyan ên ji Idlibê li kantona Efrînê û herêmên Ezaz, Bab, Cerablus û Raiyê bi cih dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi hemû rêbazên nerewa yên li dijî qanûnên mafên mirovan zextê li şêniyên Efrînê yên resen dikin da ku ji herêmên xwe derkevin ji bo ku dest deynin ser mal û milkên wan û malbatên ji derve li cihê wan bi cih bikin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku derdora 190 hezar kes ji malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji Idlibê anîn û li Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û Raiyê bi cih kirin.

Ji destpêka meha Gulanê û piştî dijwarbûna şerê li gundewarên Idlib û Hemayê, bi hezaran malbatên çeteyan berê xwe dan herêma Efrînê.

Çavkaniyan diyar kir ku ji 190 hezar malbatên çeteyan, 60 hezar li kantona Efrînê hatin bicihkirin.

Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan guhertina demografîk û qirkirina etnîk der heqê niştecihên resen de pêk bîne û di encamê de wan ji herêmê derxe.

Leave a Reply

Back to top button