LI ŞENGALÊ AGIR BI ZEVIYAN KET 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Komelgeha Borikê ya Şengalê şeva din agir bi zeviyan ket.
Ji bo vemirandina agir xelk seferber bûn.
Ji ber agir 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li Komelgeha Borikê ya Şengalê şeva din di saet 24.00’an de bi dijwarî agir girte zeviyan.

Ji bo vemirindina agir her kes seferber bûn. Agir gelek berfireh bû.

Hevserokê Meclîsa Gel a Komelgeha Borikê Fêsel Reşîd diyar kir ku ji bo vemirandina agir kesên bi navê Berzan Emer û Seet Sebrî ku temenê wan nêzî 35 saliyê ne, dema bi trektorê agir vedimirandin agir dora wan girt û êdî nekarin xwe xilas bikin.

Herdu kes şewitin û jiyana xwe ji dest dan.

Seed Sebrî endamê Şaredariya Gel a Komelgeha Borikê ye.

Herwiha şêniyê bi navê Îsmaîl Bekir bi granî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Rêveberiya parastina şaristaniya Iraqê jî ragihand ku di nava mehek de 272 bûyerên şewatê pêkhatine.

Di encamê de zêdetirî 37 hezar donim zevî şewitiye.

Leave a Reply

Back to top button