Nurî Malikî: Em van êrişan red dikin û li dijî avakirina baregehên Tirkiyê ne

Li Iraq û başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi piştgiriya PDK’ê roj bi roj zêde dibin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya Erdogan ku gotubû “Bi hevkariya hikûmeta Iraqê em vê tevgerê didin meşandin” derewand. Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî jî li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşanda. Rewşenbîr û Partiyên Siyasî yên başûr jî li ber êrişan rabûn.

Ofîsa Serokwezîrê berê Nûrî Malikî jî têkildarî êrişan daxuyaniyek nivîskî par ve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk li ser deverên Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya welatiyên sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Em êrişên dewleta Tirk red dikin û li dijî avakirina baregehên leşkerî yên dewleta Tirk in.”

Ehmed Sehaf: Operesyona leşkerî ya Tirkiyê bipêkirinek ji xaka Iraqê re ye

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji medya fermî ya Iraqê re axivî û da zanîn ku Wezareta Derve ya Iraqê operesyona leşkerî ya Tirkiyê weke binpêkirineke eşkere ya xaka Iraqê dibîne.

Ehmed Sehaf diyar kir ku Wezareta Derve ya Iraqê, bang li baylozê Tirkiyê kiriye û ew operasyon weke dijminkarî pênase kiriye.

Sehaf daxwazên Wezareta Derve ya Iraqê ya ji bo derketina artêşa Tirk li ser xaka Iraqê dubare kir û got:

“Heta niha rayedarên Tirkiryê bersiva nameyên me yên nerazîbûnê ku li Bexdayê me pêşkêşî balyozê Tirkiyê kiribû nedaye.”

Ehmed Sehaf di dawiyê de, daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku gotibû “Bi hevkariya hikûmeta Iraqê em vê tevgerê didin meşandin” derewand.

Dr.Kameran Mentik: Ger PKK ziyanê bibîne wê karê Tirkiyê êdî bi PDK’ê nemîne

Her wiha nivîskar û mamosteyê zanîngehê Dr. Kameran Mentik jî diyar kir vê carê dewleta Tirk bi awayekî berfirhtir êrişên dagirkeriyê destpêkiriye û got, “Wê hêzên parastinê rê nedin ku ew bighêjin armancên xwe.”

Dr. Kameran Mentik diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.

Mentik, hevdîtina Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan wiha nirxand:

“PDK di rewşekê de ye ku hêza wê nîne parastina xwe bike.

Ger di van êrişên Tirkiyê de PKK ziyanê bibîne, wê piştî şer karê Tirkiyê bi PDK’ê nemîne.”

Mentik bang li hemû Kurdan kir ku li dijî êrişan rabin ser piyan.

Partiyên Kerkûkê: Divê li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî bê nîşandan

Çar partiyên siyasî ên li Kerkûkê jî (Tevgera Azadî, Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê) derbarê dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê civiyan.

Partiyan êrişên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin û daxwaz kirin hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke cidî nîşandin.

Li Bexdayê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li Bexdayê jî li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, çalakiyek li ber navenda vîzeyên Tirkiyê hat lidarxistin.

Hat gotin, gelên Iraqê êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê qebûl nakin.

Back to top button