HPG’ê: Li Zap û Avaşînê 37 dagirker hatin kuştin

Ji 17’ê Nîsanê ve gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li di dijî dagirkeriya Tirk şer dikin.

HPG’ê eşkere kir ku di encama çalakiyên gerîllayên wan de, li Zap û Avaşîn 37 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama dawî ya êrişên dagirkeriya Tirk û bersivdayîna gerîlla daxuyaniyek da.

Navendê eşkere kir ku li herêmên Zap û Avaşînê şerên dijwar rû didin û ev agahî parve kirin:

Ji roja destpêkirina tevgera dagirkeriyê, hêzên me ên gerîlla çalakiyên bi bandor pêk tînin.

Ji rêbaza sabotajê bigrin, heta sekvanî û serdegirtina çeperên dagirkeran, çalakî bi her awayî dewam dikin.

Bi taybet jî rêbaza şerê bi tevger û ketina nava hêzên dijmin tê kirin.

Bi vî awayî hewldanên artêşa dagiker ji bi bicihkirina leşkerên xwe li herêmê têne astengkirin.

Li gorî vê;

20’ê Nîsanê li Girê Şehîd Rûbar ê girêdayî herêma Çiyayê Reş, dema hêzên dagirker xwestin pêşde werin, gerîlla bi bandir li wan dan.

Di encamê de,

13 dagirker hatin kuştin.

Gerîlla çûn ser termê 7 leşkeran.

Di vê çalakiyê de ti birîndar û şehîdên yekîneya gerîlla çênebûn.

Dîsa li herêma Çiyayê Reş, 17’ê Nîsan dema ku artêşa Tirk xwest bi helîkopteran leşkerên xwe deyne, gerîlla li wan da û

2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li qada Girê Cehenemê hewldana danîna leşkeran ji aliyê gerîlla ve hate astengkirin.

18’ê Nîsanê li Çiyayê Reş, gerîlla bi ser çeperên artêşa dagirker de girtin.

Û di vê çalakiyê de,

8 leşker hatin kuştin.

19’ê Nîsanê li qada berxwedanê Şikefta Birîndaran, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.

Li vir jî 2 dagirker hatin kuştin.

18 û 19’ê Nîsanê li herêma Çiyayê Reş jî di çalakiyên sabotajê de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 19 û 20’ê Nîsanê de herêmên Zap û Metînayê 56 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Back to top button