DER SPIEGEL: EMERÎKA FIŞARÊ LI SER ALMANIYAYÊ DIKE DA OPERASYONA XWE LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIRÊJ BIKE

Fermandariya Navendî ya Emerîkî ji welatê Almaniyayê xwest ku operasyonên xwe yên leşkerî li dijî bermahî û şaneyên razî yên DAIS’ê li Sûriyê dirêj bike.

Li gorî rojnameya Alman Dîr Şipîgil, artêşa Emerîkayê fişarê li ser Almaniyayê dike ku operasyonên xwe yên leşkerî yên esîmanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê dirêj û domdar bike.

Rojnameyê diyar kir ku Fermandariya Navendî ya Emerîkî di Gulana borî de nameyek ji welatê Almaniyayê re şand.

Di nameyê de artêşa Emerîkî ji Almaniyayê re destnîşan kir ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hîn bidawî nebûye, lewre divê Almaniya operasyonên xwe domdar bike.

Di Gulana borî de, rojnameya Dîr Şibîgil ragihandibû ku danûstandinên veşartî ji bo avakirina herêma bi ewle li bakurê Sûrî, di navbera Almaniya û Emerîkayê de çêbûbûn.

Li gorî rojnameyê balafirên Alman wê serperiştiya parastina vê herêmê ya li Bakurê Sûrî bike.

Leave a Reply

Back to top button