Li kampa Holê jineke penaber a Iraqî kuştî hate dîtin

Kampa Holê ku yek ji kampên herî xeter yên cîhanê ye bûyerên êriş û kuştinê lê bi dawî nabin. Îro jî jina bi navê Fatima Umer Yûnis ya ji Iraqê hat kuştin.

Rêveberiya Kampa Holê ragihand ku buyer duh bi şev li beşa 4’an ya kampê pêk hat.

Hat diyar kirin jina penaber ya Iraqî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kuştin.

Hat gotin piştî buyerê hêzên ewlekariyê derbarê mijarê de lêpirsîn û lêgerîn dan destpêkirin.

Hêjayî gotinê beriya 2 rojan jî 3 jinên penaber bi rengekî hovane hatine kuştin.

Li Kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin. Buyerên êriş û kuştinê jî li kampê her diçin zêde dibin.

Back to top button