
Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ya di şerê li dijî gerîla û êrişên li Başûrê Kudistanê de, şermezar kir û diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana gerîla.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser helwesta ENKS’ê û wiha hat gotin:
“Li gel êrişa giştî ya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gelê me û gerîlayên azadiyê, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li şûna ku li dijî siyasetên qirkirinê derkeve, partiya me bi şewitandina nivîsgehên xwe û bi terorê tawanbar dike.
Ev yek asta hevkariya wê bi dijminên gelê me re nîşan dide ku êdî heman zimanê dijmin bi kar tîne û bi heman rengî tevdigere.
Li şûna ku ENKS piştigiriya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd bike, diviyabû li rex gelê xwe bisekine û bertekên netewî nîşan bide.
Diviya bang PDK`ê bikira ku dev ji lihevkirina xwe ya bi dewleta Tirk re berde.”
PYD: Em piştgiriya berxwedana gerîla dikin
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ev êrîş li dijî hebûn û nasnameya hemû Kurdan e û bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê hat kirin ku helwesteke cidî li hember kesên bi çarenûs û pêşeroja gelê Kurd dilîzin û bazaran dikin, nîşan bidin.
PYD’ê di dawiyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û helwesta ENKS’ê şermezarkir, piştgiriya berxwedana gerîla kir
û bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember êriş û xiyanetê li cem şervanên azadiyê, bisekinin.