Koordînasyona Jin ya Rêveberiya Xweser êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Koordînasyona Jin ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û Rêxistina Kongra Star a Kobanê, bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li serBakur Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Koordînasyona Jin ya Rêveberiya Xweser a Herêm Firatê daxuyaniya xwe li pêşiya navenda meclisa rêveber, bi amadebûna bi dehan endamên saziyan, da.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk bi van êrîşan, armanc dike ku gelan qir bike, herêmê dagir bike û îradeya jinan bişkîne.

Koordînasyonê bang li hemû saziyên jinan û saziyên mafên mirovan kir ku, hevgirtina xwe xurt bikin û li ber êrişên dewleta Tirk, rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rûsya û Amerîka ku li herêmê dewletên garantor in, weke berpirsên van êrîşan hatin nîşandan.

Rêxistina Kongra Star a Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û hedefgirtina sivîl û jinan li Kobanê şermezar kir.

Back to top button