Efxanistanê..Li mizgefteke Şîiyan teqîne, herî kêm 11 kes hatin kuştin

Li Bakurê Efxanistanê mizgefteke Şîiyan bû armanca êrişeke bombeyî. Di encamê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarê Mezarî-Şerîf rû da.

Li nava mizgefteke Şîiyan teqîneke bombeyî pêk hat.

11 kes hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn.

Lê rayedarênm herêmî dibêjin, hejmara miriyan ji 20 zêdetir e.

Heta niha sedema teqînê û aliyê jê berpirsiyar nehatine eşkerekirin.

Li aliyê din hat gotin li eyaleta Kunduzê jî rêze teqîn pêk hatine û di encamê de gelek kes birîndar bûne.

Roja Sêşemê li paytext Kabulê ji ber êrişa bombeyî 25 kes hatibûn kuştin.

Back to top button