Li Şamê bombeyek bi wesayeteke leşkerî de teqiya

Vê sibê li Şamê bombeyek bi wesayeteke leşkerî de teqiya. Hêzên hikûmeta Şamê bendên kontrolê yên li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê ku di bin dorpêçê de ne, zêde kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê ragihand ku vê sibê li taxa El-Werûd ya bajarê Şamê bombeyek ku berê bi erebeyek leşkerî hatibû bi cihkirin, teqiya.

Hat ragihandin, ji ber teqînê tenê zirar li derdorê buye.

Çavdêriyê ragihand ku li derdora bajarokê Xerba ya li Siwêdayê di encama êrişek de serokê komeleyeke cotkaran û kesekî li cem wî hatin kuştin.

Her wiha li Deraa jî ciwanek ku ji gundê El-Aliya yê li bakurê bajêr piştî ku duh hatibû revandin îro kuştî hate dîtin.

Hêzên hikûmeta Şamê bendên kontrolê zêdekirine û dorpêç girantir kiriye

Li aliyê din jî hat ragihandin hêzên bi ser hikumeta Şamê hejmara endam û bendên xwe yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê zêde kirine û dorpêç li ser girantir kirine.

Back to top button