Foza Yûsif: Ev êriş siyaseteke qirkirinê li dijî hemû Kurdan e

Têkildarî avn êrişan Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif dibêje:
“Dijminê me li dijî gelê Kurd şerekî giştî daye destpêkirin.”
Li hember van êrişan Foaza Yûsiv banga berxwedaneke giştî li gelê Kurd kir. FILM

Ji 17’ê Nîsanê ve, li dijî gerîlayan û bi hvkariya PDK’ê, dewleta Tirk êriş dike.

Tevî van êrişan, Şengal jî ji aliyê artêşa Iraqê Ve rastî êrişan hat.

Têkildarî plan û êrişên dawî yên li ser herêmê, Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif anî ziman ku ev şerê îro li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê PDK’ê ve tê meşandin, siyaseteke qirkirinê li her aliyên Kurdistanê ye.

Foza Yûsiv diyar kir ku di nava van êriş û planan de hikûmeta Iraqê jî heye.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha nirxandin.

Foza Yûsif: Divê her kes vî şerî weke şerê li dijî nasnameya xwe bibîne

Herî dawî jî Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif banga hişiyariyê li gelê Kurd kir û got:

“Şervanên azadiyê hêza garantiya, hebûna gelê Kurd e.

Pêwist e em her kurdek û jinek vî şerî li beramber xwe û nasnameya xwe bibînin.

Divê her kes li rûmeta xwe xwedî derkeve û bêsinor têbikoşe.”

Back to top button