LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ 8 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 5 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Şer û bombebarana li herêmên Bakur û Rojavayê Hemayê dewam dike. Herî dawî 8 leşkerên rejîma Sûrî û 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bombebaran balafirên şer ên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyayê li ser gundewarê Hemayê dwam e.

Li bajarokê Celime yê stratejîk li Hemayê şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirkwer û rerjîma Sûrî de rû da.

Di encam de 8 leşkerên rejîmê û 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

ROJNAMEYA SEFABODANIYA PRASA YA RÛSÎ:
LI DÊRA ZORÊ ŞER NAVBERA REJÎM Û MILÎSÊN ÎRANÊ RÛ DA, 10 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din, rojnameya Seva-bodnaya Presa ya Rûsî diyar kir ku li Dêra Zorê li bajarê Bûkemalê şerekî dijwar navbera mîlîsyên Îranê û hêzên rejîmê de rû da.

Li gorî rojnameyê, sedema şer jî pevçûna li ser desthilatî û qezenciyên li herêmê ye.

Di encamê şer de herî kêm 10 kes ji her du aliyan mirin.

Leave a Reply

Back to top button