HPG’ê: Artêşa Tirk bi desteka PDK’ê bi dijwarî êrişî Kurêjahro dike

Hêzên Parastina Gel-HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk şevê din bi desteka hêzên PDK’ê êrişên dijwar li dijî devera Kurêjahro ya herêma Zapê pêk anîn.
Di vê êrişê de helîkopterên Amerîkî CH-47 Chinook jî hatin bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê, gerîlla bersiveke tund da van êrişan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li herêma Zapê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku êrişên herî dijwar li dijî devera Kurêjahro pêk tên û ev agahî bi parve kirin:

Şevê din artêşa Tirk a dagirker tevî 9 helîkopteran ji herêma Amediye-Dêrelok ku di bin serweriya PDK’ê de ye, derbasî qadê bû û devera Kurojahro bombardiman kir.

Li gel êrişan, dewleta dagirker hewl da leşkerên xwe bi rêya helîkopteran li herêmê deyne.

Di encama destwerdana gerîlla de darb li helîkopterên artêşa dagirker hatin xistin.

Derengiya şevê, artêşa Tirk 10 helîkopterên din anîn herêmê û êrişên xwe dijwartir kirin.

Li vir jî gerîlla bi tundî bersiv da û darbeke giran li helîkoptereke artêşa dagirker dan.

Dema ku artêşa Tirk hewl da kuştî û birîndarên xwe deyne baregeka Sîrê ya herêma Şêladizê, hêzên gerîlla careke din li wan dan.

HPG’ê: Helîkopterên Amerîkî CH-47 Chinook li dijî gerîla tên bikaranîn

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku artêşa dagirker şevê din êrişên xwe di ser herêmên PDK’ê de pêk anîn û wiha dewam kir:

Helîkopterên artêşa Tirk di ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de êrişî qada berxwedanê Kurojahro kirin.

Di vê êrişê de li gel helîkopterên êrişê yên artêşa Tirk, helîkoptera Amerîka a binavê Türk CH-47 Chinook (Çînok) jî hat bikaranîn.

Ev êrişa dijwar nîşan dide ku tevgera dagirkeriyê ya li herêma Zapê û bi taybet qada berxwedanê Kurêjahro derbasî qonaxeke nû bûye.

Tevî vê dijwarî û êrişên giran jî berxwedana gerîlla li herêmê dewam dike.

Back to top button