Bajarên Ûkryana yên bi peravên azakê re neman

Moskow girtina Mariupolê ragihand.
Tenê kargehek maye ku di destê leşkerên Ûkrayna de.
Putin dibêje pêwist nake niha ew were girtin, lê divê dibin dorpêçê de be û rê neyê dayîn ku mêşek ji derbasî kargehê bibe.
Bajarê Mariupol yê ji despêka êrişê di armanca Putin de bû, di warê erdnîgarî û pişesaziyê de ji bo Ûkrayna xwedî stretejiyek girîng bû.

Bajarê Mariupolê ku peravê wê li ser Deryaya Azakê, ji destpêka şerê 24’ê Sibatê ku bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest pê kir, bû yek ji cihên herî germ ên şer.

Mariupol, li peravên Derya Reş ku yek ji hedefên herî zêde yên artêşa Rûsyayê ye, di nav sînorên rêveberî yên Donetsk a li rojhilatê Ûkraynayê de ye.

Mariupola ku ji 2014’an ve di bin kontrola rêveberiya Kîevê de ye, ne cudaxwazên Rûs e, lê navenda taûra Azokê ya Ûkrayna bû.

Ev bajar ji 7’ê Adarê ve hatibû dorpêçkirin.

Li bajarê ku leşkerên Rûsyayê çekên giran lê bi kar dianîn, wêran bû.

Ji ber şer gelek sivîl bi hefteyan di stargehan de man.

Piştî Berdyanskê ku yek ji bajarên bendera li ser Derya Azakê ye, Mariupol jî ji aliyê Rûsya ve hate kontrolkirin.

Bivê yekê re, ti bajarên Ûkrayna yên li peravên Derya Azakê ku di bin kontrola hikumeta Kîevê de nema.

nemakete destê Rûsan û li peravên Deryaya Azakê bajarek di bin destê Ukraynayê de nemabû.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku bajarê Mariupolê bi temamî hatiye kontrolkirin û kargeha Azovstal a ku hêzên mayî yên Ûkraynayê lê ne, di bin dorpêçê de ye.

Despêkê hate ragihandin ku 8 hezar û 100 leşker ji hêzên Ûkrayna û çekdarên radîkal li bajarin.

Pişre rêveberiya Moskow diyar kir ku ev 1,464 leşkeran xwe radest kirine.

Hîna jî tê texmînkirin ku bêtirî 2 hezar kes li Kargeha Metalurgikî ya Azovstal in.

Mariupol ji ber cihê xwe yê erdnîgarî xwedî girîngiyeke stratejîk û aborî ye, yek ji mezintirîn bajarên herêma Donetsk, xwedan bendera herî mezin û herî bikêr a Deryaya Azakê ye.

Niha Rûsya wê bikaribe Deryaya Azak wekî deryaya hundur bikar bîne û bi Nîvgirava Kirimê re têkiliyek bejahî saz bike.

Ji bilî girîngiya wê ya stratejîk, Mariupol li Ukraynayê navendek pîşesaziyê ya girîng e.

Ji ber vê yekê bi girtina vî bajarî wê çavkaniyek cidî ya debarê ji bo hikûmetên ku jê re dibêjin cudaxwaz pêk were.

Back to top button