Pêşmergê Dêrîn: Yên serkêşiya êrişan dikin ew ne pêşmerge ne

Li başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî êrişên dewleta Tirk û havkariya PDK’ê roj bi roj zêde dibe. Pêşmergeyên Dêrîn, Mamoste, Çalakvan, siyasetmedar û nivîsakar li ber dagirkeriyê rabûn û bang li PDK’ê jî kirin ku hevkariya xwe bi dawî bike.

Derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk re nerazîbûn zêde dibin.

Pêşmergeyê Dêrîn yê ji bajarê Kerkûkê Omer Havî Hisên, bal kişand ser serkêşiya PDK’ê ya di êrîşan de û got:

“Ev êrîşa Tirkiyê bi serkêşiya hêza xiyanetkar a Kurd tê kirin.

Kurd di metirsiyê de ne û dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ji bo tunekirina statuya Herêma Kurdistanê di nava amadekariyê de ne.

Yên îro bi navê pêşmerge serkêşiya leşkerên Tirkiyê dikin, em wan weke pêşmerge nabînin.”

“Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, karesetê diafirîne”

Mamosta û Çalakvanê Helebce Mihemed Hemereza jî diyar kir ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk, karasatê diafirîne û wiha domand:

“Divê hevkariya PDK’ê û Tirkiyê neyê qebûlkirin. Ew partiyên li desthilatê û mûxalefet jî, bi qasî PDK’ê berpirsyarên êrşan in.”

“Divê hikûmetên herêm û Iraqê li hemberî Tirkiyê xwedî helwest bin”

Wezîrê Berê yê Dadê yê Başûrê Kurdistanê Şîrwan Heyderî jî destnîşan kir ku tişta niha Tirkiye dike, li dijî yasayên navneteweyî ye û divê hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî wê, xwedî helwest bin

“Bêdengiya li hember êrîşên dewleta Tirk, xiyanet e”

Rojnameger û Nivîskar Letîf Fatîh Ferec jî bêdengiya her aliyekê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker weke xiyanet pênase kir û wiha got:

“Tirkiye dijminê Kurda ye, Erdogan û AKP gelek ji Ataturk faşîstir in. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Kurd û Kurdistanê tine bike, dema ku yên baş tine kirin, wê paşê jî ceşan tine bike.”

“Divê PDK ji dîrokê sûd werbigre û baweriya xwe bi tirkiyê neyîne”

Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Kawa Nadir jî hişyarî da PDK ku divê ji dîroka di navbera pêywendiyên Kurdistanî û desthilata Tirkiyê de, sûd werbigire û baweriya xwe bi dewleta Tirk neyne.

Nadir bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker û got:

“Dagirkeriya Tirk, dixwaze di navbera PKK û PDK’ê de pevçûnekê çêbike û şerê Kurd û Kurd derxîne.

Ye sûd werbigre jî, tenê dewleta Tirk e.”

Back to top button