LI ŞENGALÊ NASNAMEYA 141 KESÊN JI GORAN HATINE DERXISTIN EŞKERE KIRIN

Piştî ku gorên komî yên li Şenaglê hatin vekirin, Tiba Edlî ya Bexdayê nasnameya 141 kesên ji goran hatine derxistin eşkere kirin.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran welatiyên Êzidî li Şengalê hatin revandin û kuştin.

Gelek heta niha jî çarenûsa wan ne diyare û kesên ku hatin kuştin di gorên komî de hatibûn veşartin.

Di 15’ê Adarê de li gundê Koço yê Şengalê xebatên vekirina gorên komî destpê kir.

Di destpêka meha Remezanê de vekirina goran hatibû rawestandin.

Niha jî qonaxa naskirina cenazeyan hatiye destpê kirin.

Heta niha nasnameya 141 kesan hatiye naskirin.

Rêveberê Giştî yê Dayîreya Tiba Edlî ya Bexdayê diyar kir ku di vê qonaxê de naskirina nasnameya cenazeyan zehmete.

Me 1286 mînakên xwînê ji malbatên Şengalê wergitine, lê pirsgirêk ew e ku ji gelek malbatan yek bi tenê man e.

Leave a Reply

Back to top button