Parlamenterê YNK’ê bersiva PDK’ê da: Partiya we her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire

Parlamenterê YNK Luqman Werdê bersiva Koma PDK da û diyar kir ku partiya wan ber leşkerên dagirker bûye kewê sor û her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire.

Parlamenterê YNK’ê yê herêma Başûrê Kurdistanê Luqman Werdê bi daxuyaniyekê got: “PDK pereyê dahata nefta Kurdistanê xelas dikin û beramberî birçîkirina hemwelatiyan xemsar in.

Bi hîncetên bêbingeh çalakvan û rojnamegeran davêjin girtîgehan.

Eger fikara rewşa Silêmaniyê ne, erê ji bo çi Dêrelok, Şêladiza birîndar, Biradost dagir kiriye.

Çima bi rehet welatên sivîl tên şehîdkirin û gundên wan, rez û baxçeyê welatiyên ser sînor tên şewitandin û wêrankirin, hûn çawa xehdana şermezariyê narijînin.”

Back to top button