Li Serê Kaniya dagirkirî çeteyên Tirkiyê bi hevketin

Li Serêkaniyê ya dagirkirî di navbera komên çete de şerekî giran derket. Tê gotin kuştî û birîndar hene.

Li gorî çavkaniyên ku ajansa Hawarê ji Serêkaniyê, girtiyê şerê di navbera çeteyan de dema ku Walîyê Dagirker yê Bajarê Dîlokê dixwaze derbasî Serêkaniyê bibe û qaşo fitara xwe li wir veke rû dide.

Hate ragihandin şer li taxa Hewarna di navbera çeteyên koma “Tevgera Saîron” û çeteyên ”Hemzat” de rû dide û li tevahî taxên bajêr belav dibe û her cûre çek tê bikar anîn.

Di encama şerê navxweyî yên çeteyan de; ji her du aliyan bi dehan kuştî û birîndar çêbûne û artêşa dagirker bi tangan her çendî xwest destwerdana şer bike jî lê encam negirtiye.

Hate ragihandin ku şerê navbera çeteyan hîn jî didome.

Back to top button