NÛNERÊN RÊXISTINÊN HAWÎRDORÊ JI HESKÎFÊ BANGA ‘JI BO HESKÎFÊ NE DERENG E’ KIR

Nûnerên rêxistinên hawîrdorê di 3’yemîn Roja Çalakiya Kurewî ya Heskîfê de li hev kom bûn û bang kirin ku ji bo Heskîf hîna ne direnge.

Bi boneya navçeya dîrokî Heskîfê di bin ava Bendava Ilisû de nemîne, di çarçoveya 3’yemîn Roja Çalakiya Kurewî ya Heskîfê de doh li navçeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî bi pêşengiya Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê pêk hat.

Di daxuyanî û axaftinên ku hate kirine de bang hate kirin ku dîroka 12 hezar salî biparêzin û wiha hat gotin:

Di 12 hezar salan de 9 şaristanî li vir jiyan kirine.

Me bang li ronakbîr û hunermendan kir ku tevî Heskîf li gorî pîvanên UNESCO’yê lê xemsar dimînin.

Ji bo parastin û xwedî derketina Heskîfê û ji bo her kes bêje “Ji bo Heskîfê ne dereng e” ew bang li her kesî dikin ku li gel têkoşîna me cih bigirin.

Leave a Reply

Back to top button