Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkitî welatiyekî din revandin.
Ji roja ku Efrîn hatî dagirkirin û heta roja îro jî dewleta Tirk hemû sûcên dermirovî pêk tîne.
Ji wir rojane xelk tên kuştin û revandin.
Herî da ANHA’yê ragihand:
”Çeteyên Tirkiyê ji gundê Şikato yê Mabatayê welatiyê bi navê Mihemed Kaso revandin.”
Çeteyan kesê navborî birin cihekî ne diyar û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.