Bi Hezaran Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê bi merasîmekê cenazeyên Şehîd Dilar Heleb li goristana Şehîdan oxirkirin
Şehîd Dilar Heleb di encama êrişa balafira bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk a digirker li Kobanê Şehîd bû.
Îro bi hezaran şêniyê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên li Helebê li goristnana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd bi merasîmekê cenazeyê şehîd Dilar oxirkirin.
Di merasîmê de, ji fermandarên Yekîniyên Parastina Jin-YPJ Rêvîn Cûdî û Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşan Mihemed axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan heta gihiştina welatekî azad û Demokratîk hat dayîn.
Piştî axftinan, wesîqeya Şehadetê hate xwendin û diyarî malbatê hatekirin.
Cenazeyê Şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.