Bi hezaran kes daketin qadan li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hêrsa gel ya li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ên li dijî gerîla zêde dibin. Îro li gelek deveran çalakî hebûn. Di çalakiyan de êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser bakur û rojhilatê Sûriyê hatin şermezar kirin. Di meş û çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşîna li dijî êriş û xiyanetê hat dayîn.

Ji 17’ê vê mehê ve dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Ne tenê li başûrê Kurdistanê li bakur û rojhilatê Sûriyê jî dewleta dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ên li dijî herêmê zêde kirine.

Li dijî van êrişan û hevkariya PDK’ê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan didin..

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK`ê meşiyan.

Bi hezaran Efrînî li Şehbayê li dijî êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê meşiyan û piştgiriya berxwedan gerîla kirin.

Bi heman armancê şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê çalakiyek li dar xistin.

Her wiha meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe diyar kir bi hevgirtina gelê herêmê ew ê planên dagirkeran têk bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqa jî li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist.

Welatî û tevî şêx û ruspî, endamên sazî û meclisê Dêrazorê jî bi heman armacê çalakiyek li darxistin.

Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî û NY hat kirin ku li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk berprsyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button