Li kampa Holê di êrişek çekdarî de penaberekî Iraqî birîndar bû

Her roja ku derbas dibe, li Kampa bûyerên kuştinê derdikevin holê. Li kampê êrişeke çekdarî pêk hatiye û di encamê de ciwanekî Îraqî birîndar bû.

Li beşa yekemîn a kampa Holê ya li Hesekê, du kesên ku rûyê xwe girtibûn, gule li ciwanekî Iraqî yê bi navê Ramî Mihdî reşandin.

Di encamê de Ramî Mihdî birîndar bû.

Ciwanê birîndar rakirin navendeke tenduristiyê yên li kampê.

Hat diyar kirin ku rewşa ciwanê birîndar giran e.

Hêzên eleqedar ên Kampê derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin..

Li kampa Holê, bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin û êriş û buyerên kuştinê naqedin.

Back to top button