TÊKOŞÎNA QSD’Ê LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’ê VEŞARTΠHEJMREK ÇETE LI DÊRA ZORÊ GIRT

Têkoşîna şervanên QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dewam e.
Herî dawî şervanan hejmareke çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtin.

Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê di encama operasyonekê li gundên Cirdî û Teyanê yên Dêrazorê de, hejmareke çeteyên şaneyên razayî yên DAIŞ’ê girt..

Di operasyona şervanan de, miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî hate desteserkirin.

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku ev çete berpirsiyarên xerabiya li herêmê û tirsa şêniyan in..

Di 15 û 30 Gulana borî de, QSD’ê di encama 2 operayonan de, nêzî 100 çeteyên şaneyên razayî girtin..

Her wiha YPG’ê ragihand ku, di mehên Nîsan û Gulanê de, 10 çete hatin kuştin û 377 çete hatine girtin..

Leave a Reply

Back to top button