KNK: Armanc tunekirina dîrok û çanda Ermenan bû

Konseya Rêveber a KNN’ê bi daxuyaniyekê komkujiya li dijî gelê Ermen şermezar kir.
KNK’ê got:
“Armanc tunekirina dîrok û çanda Ermen bû.”
Şêniyên bajarê Hesekê jî diyar kirin ji bo rêgirtina li ber komkujiyan, projiya Neteweya Demoratîk, baştirîn proje ye.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) bi boneya salvegera 107. a komkujiya Ermenan daxuyaniyek weşand.

KNK’ê anî ziman Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku dîrok û çanda wan ji holê bê rakin hatin qirkirin û got:

“Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e.”

KNK’ê da zanî ku belgeya vê komkujiyê heye û anî ziman di vê qirkirinê de milyonek û nîv kes hatin kuştin, bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûn.

KNK’ê bang li Komara Tirkiyeyê kir ku li xwe mukur were û vê qirkirinê nas bike.

Şêniyên Hesekê: Hevgirtina pêkhateyan rê li ber komkujiyan digire

Bi heman boneyê, şêniyên bajarê Hesekê jî axivîn û nerazîbûn li dijî vê komkujiyê nîşan dan .

Şêniyê bi navê Xalid Şêxo diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan têrê dike ku komkujî dubare nebin.

Şêniyê bi navê Îmad Biro jî nerazîbûn nîşan da.

Siûd Miêş jî komkujiyên dewlet Osmanî ev komkujî bi komkujiya dermirovî bi nav kir.

Back to top button