HRE: LI HERÊMÊN EFRÎN Û EZAZÊ 2 ÇETE HATINE KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker yên li Efrîn û Ezazê du çalakî pêk anîn.
Di ecam de, serçeteyek di nav de, 2 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parvekir.

8’ê Hezîranê hêzên rizgariyê bi çalakiyekî sekvanî serçeteyê koma Polîsên Leşkerî yê bi navê Mehmûd Camûs li ser rêka Efrîn – navçeya Mabata kirin hedef.

Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê bi çekên giran navendeke leşkerî ya artêşa dagirker a Tirk li gundê Kilcibrîn yê herêma Ezazê jî kirin hedef.

Di encamê de 1 leşkerê Tirk û 3 endamên koma çete ya bi navê Lîwa 55 birîndar bûn.

8’ê Hezîranê Hêzên Rizgariyê çalakiyeke sabotajê li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Tabûra Muntesir Billah li herêma Sena’î ya li navenda bajarê Efrînê li dar xist.

Di vê çalakiyê de jî erebeyê derb xwar lê têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button