Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li dijî qereqolek artêşa Tirk a dagirker a li Zaxoyê çalakiyek pêk anî.
Di encama çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin, wesayîtek leşkerî û gelek stargehên leşkerî hatin rûxandin.
Hêzên Parastina Civakî yên Başûrê Kurdistanê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Li dijî dewleta Tirk ku li ser Herêmên Parastina Medya û herêma Xakurkê ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, hêzên me çalakiyek pêk aniye.
7’ê Hezêranê li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajaroka Bêgova ya navçeya Zaxoyê hêzên me çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin.
Di encamê de 20 leşker hatine kuştin.
Her wiha wesayitek leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitî û tunebûne.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û topên hawanan derdora gundên Rusê û Şundirê topbaran kir.