Çeteyan 4 welatî ji navçeyên Cindirês û Şêrawa revandin

Li Efrîna dagirkirî rojane welatî ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyaên wê ve têne revandin. Çeteyan herî dawî 4 welatî ji navçeyên Cindirês û Şêrawa revandin. Li gorî Navenda Belgekirina Bipêkirina li Bakurê Sûriyê, çeteyan tenê di meha nîsanê de 37 welatî ji Efrînê revandine. Di van rojên dawî de jî zêdeyî 400 dar li navçeyên li Efrînê birîne.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewan dikin.

Welatiyên resen yên li Erfînê mane bi her cure kirinên dermirovî yên çeteyan re rû bi rû dimînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku Istixbarata Tirk ji gundê Bafûrê yê navçeya Cindirêsê welatiyê bi navê Faris Hemze Mistrefa revand û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Her wiha li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa 3 welatî hatin revandin.

Navên kesên hatin revandin wiha ne :

Xelîl Mihemed Omer yê 31 salî

Hesen Xidir Xidir yê 41 salî.

Xeyrî Welîd Omer yê 33 salî ku beriya 4 salan birayê wî jî hatiye revandin û heta niha aqûbeta birayê ne diyar e.

Hate ragihandin heta niha aqubeta kesên hatine revandin ne diyar e.

“Çeteyan ji destpêka Nîsanê heta niha 37 welatî li Efrînê revandine”

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, çeteyan tenê di ji destpêka meha nîsanê heta niha 37 welatî ji Efrînê revandine.

Her wiha li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, Istixbarata Tirk yek ji ajanên xwe ku bi destê wî gelek welatiyên Kurd hatine revandin û malên wan hatine desteserkirin, revand.

Hate ragihandin kesê bi navê Mihemed Omer ku ji 2013’an ve koçberî Efrînê bûye û bi Istixbarata Dewleta Tirk re kar dike, bi heman hincetê ku her carê pê welatiyên Efrînê direvîne, revand.

Çeteyan welatiyek li gundê Meydna yê Raco girt û êşknce kir

Li gundê Meydana yê navçeya Raco jî, çeteyan welatiyê bi navê Xelîl Reşîd girt û êşkence lê kir.

Xelîl Reşîd ji ber ku nehişt çete pezên xwe li zeviyên wî biçêrînin, ew girt û bi giranî êşkence kir

Çeteyan nêzî 400 dar li navçeyên Cindirês, Mabata û Bilbilê birîn

Xwezaya Efrînê jî ji kirinên çeteyan bê par namîne.

Li gundê Ziêriyê yê navçeya Bilbilê çeteyan 75 darên zeytûnê birîn.

Beriya wê jî dagirkeran 30 dar li gundê Kopaka yê navçeya Mabata û 300 dar li navçeya Cindirêsê birîn.

Back to top button