Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî êrişan daketin qadan

Li Dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêrs û nerazîbûnên gel zêde dibin. Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî êrişan daketin qadan û peyama bilindkirina têkoşînê dan. Êzîdiyên Efrînê jî bi daxuyaniyekê bang li PDK’ê kir ku hevkariya xwe bi dewelat Tirk re bi dawî bike.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhialtê sûriyê, hêrs û nerazîbûnên gel roj bi roj zêde dibin.

Li Herêma Firatê, bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan.

Welatî li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Çerxeriya Aştiyê ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê PYD’ê Sara Xelîl axivî.

Sara Xelîl êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, diyar kir ku dem hatiye herkes li dijî planên dagikeriya Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ya dijî hebûna Kurdan derkevin.

Di dawiyê de bang li gel û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin kir li dijî plana qirikirina Kurdan derkevin.

Êzîdiyên Efrînê êrişên ser gerîla şermezar kirin

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê jî bi daxuyaniyekê êrişên dijî gerîla şermezar kir.

Bi dehan endamên Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn û Yekîtiya Jinên Êzîdî li li navçeya Ehdesê ya Şehbayê kom bûn û daxuyanî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya de êriş hatin şermezarkirin û bang li PDK’ê hate kirin ku hevkariya xwe bi dewelat Tirk re bi dawî bike.

Back to top button